3. RIZGARKIRINA ŞENGALÊ YBŞ’Ê BI DAXUYANIYEKÊ PÎROZ KIR

Îro 3. salvegera rigzarkirina Şengalê ye.

YBŞ’ê bi daxuyaniyekê pîrozr kir û got, em ê xeyalên Mam Zekî Şengalî yên avakiriain Şengaleke xweser pêk bînin.

Îro 3. salvegera Rizgarkirina Şeneglê ji çeteyên DAIŞ’ê ye.

Bi vê boneyê FermandariyaYBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî da.

YBŞ’ê si şexsê Şeîha Mam Zekî Şengalî de hemû şehîdên xwe bibîr anî û ev roj li tevahî gelê xwe yê azadîxwaz pîroz kir.

YBŞ’ê bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê û wiha got:

Ji kevnariya dîrokê heta êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an, xwestin civaka me were tinekirin.

YBŞ: HPG GELÊ ME JI QIRKIRINÊ XELAS KIR

Di fermana 73’an de, bi hezaran jin û xortên civaka me hatin qetilkirin, bi sedan jin ji bo ku nekevin destê çeteyan dawî li jiyana xwe anîn. Bi hezaran jin jî li bazarên navedewletî weke kole hatin firotin.

Lê belê yê ku di vê fermanê de xwe gihand hewara gelê me û ew derbasî cihekî ewleh kirin hêzên parastina gel HPG’ê bûn.

Û bi alîkariya wan me rêxistbûna xwe li ser esasê tolhildana 73’ê fermanan ava kir.

YBŞ’ê behsa berxwedaniya ku hatiye meşandin û got:

Divê mirov rizgarkirina bajarê Şengalê weke berhem û encamê vê têkoşîna bilind ya 11 mehan binirxîne.

YBŞ: BI SAYA BÎRDOZIYA RÊBER APO EM GIHŞTIN ROJA ÎRO

Bi saya şehîdan û felsefe-birdoziya Rêber APO bi zanistiya parastina hebûn, çand û ola xwe em gehiştin roja îro.

Ji lewre bi têkoşîn û berxwedaniya 4 salan, gelek destkeftî û serkeftinên civaka me çêbûn.

YBŞ’ê diyar kir ku, gelek caran hewl hat dayin ku ev destkeftî werin têkbirin, lê belê soza ku me daye şehîdên xwe,û berxwedaniya ku weke mîratê ji şehîdên xwe girtiye wê roj bi roj mezin bibe.

YBŞ: EM Ê ŞENGALEKE XWESER Û AZAD AVA BIKIN

Çûyîna me ya Sîba û Til-Ezer û mayîna hêza me li vê derê, encama vê têkoşînê ye.

Fermandariya YBŞ’ê di dawiyê de, soz da ku wê xeyalên Mam Zekî Şengalî û Şehîd Mahir yên avakirina şengaleke azad û xweser pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button