Soran Omer: Civînên derbarê êrişên Tirkiyê û Îranê de bê encam bûn

Parlementerê Iraqê Soran Omer diyar kir ku civînên parlementoya Iraqê yên derbarê êrişên dewleta Tirk û rejima Îranê de bê encam derbas bûne.

Parlementerê Iraqê Soran Omer îro li ofîsa Parlementoya Iraqê ya li Silêmaniyê civînek çapemeniyê lidarxist.

Soran Omer di civîna çapemeniyê de behsa civîna parlementoya Iraqê ya ku wê li ser êrişên dewleta Tirk û rejima Îranê pêkbihata kir û got: “Civîna parlementoya Iraqê ya li ser parastina serweriya xaka Iraqê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û rejima Îranê de bê encam bû.

Ji berku hikûmeta Iraqê nikare serweriya welatê xwe biparêze.”

Sedemê lewaziya Iraqê ewe ku aliyên ku hikûmeta Iraqê pêkanîne û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê her yek bi şêwazek cûda li gel van welatên ku serweriya Iraqê binpê dikin de di nava peywendiyan de ne.”

Soran Omer diyarkir wan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine ku kesên di encama êrişên dewleta Tirk û rejima Îranê de jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne wek şehîd û gazî werin hesibandin.

Back to top button