Înîsiyatîfa li dijî çekên kîmyewî li ber avahiya cdu çalakî li dar xist

Înîsiyatîfa Li Dijî Çekên Kîmyewî, ji bo protestokirina bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî êrîşên kîmyewî, li Elmanyayê çalakî li dar xistin.

Înîsiyatîfa Li Dijî Çekên Kîmyewî ku li paytexta Elmanya Berlînê kar û xebat dimeşîne, li ber avahiya Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a şirîkê hikûmeta Elmanya, çalakî li dar xistin.

Înîsiyatîfê pankart vekirin û çalakiya protestoyî ya bêdeng li dar xistin.

Înîsiyatîfê OPCW, Neteweyên Yekbûyî û NATO ku li hemberî êrîşên kîmyewî yên li ser Kurdistanê bêdeng e, şermezar kir.

Çalakî nêzê saetekê dewam kir.

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku heta ku bêdengî bi dawî dibe, ew ê li qadan bin.

Back to top button