Artêşa Tirk a dagirker riya M4, gundên Minbicê û Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.
Artêşa Tirk ji baregeha ku li gundê Şêx Nasir ê dagirkirî avakiriye ve, bi moşekan gundên Seyade û Erîma yên rojavayê Minbicê topbaran kirin.
Her wiha vê êvarê jî artêşa dewleta Tirk gundê Mielik, Seyda yên Eyn Îsayê û rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin.
29’ê vê mehê QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku çeteyên Tirkiyê bi 2 km nêzî rêya M4 xebatên çêkirina baregehên leşkerî dimeşînin û amadekariya êrîşan dikin.