Piştgiriya bi çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven re xurt dibe.
Hilbijêrên Colemêrgê piştgirî dan çalakiyê û gotin:
Daxwaza Guven daxwaza me ye û bi boneya piştevaniyê em ê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Şemzînanê Felem Aker bi bîr xist ku Leyla Guven di serî de bi vîna gelê Şemzînanê û tevahî Colemêrgê hat hilbijartin.
Rayedara HDP got:
“Divê demildest dawî li polîtîkaya înkarê bê û Leyla Guven jî demil dest bê berdan.”
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Geverê jî destnîşan kir ku Leyla Guven bi vîna jinan hat hilbijartin û teqez kir ku:
“Çalakiya Guven dide nîşandan ku çiqas xûrt e û nayê hepskirin.
Rayedara HDP bang li her kesî kir ku destekê bidin çalakiya Guven