BOGDANOV: DIVÊ KURD BEŞDARÎ PÊVAJOYA KOMÎTEYA DESTÛRÎ BIBIN

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mikail Bogdanov têkildarî pêvajoya çêkirina komîteya destûrê axivî û diyar kir ku divê kurd jî beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Mikail Bogdanov di kongreya Palêrmo ya ji bo Lîbyayê de axivî.

Bogdanov diyar kir ku ew ne li dijî beşdarbûna kurdan a di komîteya destûrê de ne..

Li gorî çavdêran ev daxuyanî weke lixwemikurhatineke Rûsyayê ye ku Kurd û hêzên din ên siyasî li Sûriyê beşdarî pêvajoya komîteya destûrê nebûne.

Pêvajoya çêkirina komîteya destûrê ku nûnerê taybet ê neteweyên yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura dest pê kiribû, ji ber nebaşdariya hemû pêkhate û hêzên siyasî yên li Sûriyê xetimî ye

Leave a Reply

Back to top button