HPG’ê nasnameya her sê şehîdên operasyona şoreşgerî eşkere kir

20’ê Mijdarê gerîlayan li Zap û Metîna li dijî arteşa Tirk a dagirker operasyonek şoreşgerî lidarxistibûn.
Di operasyonê de 49 leşkerên Tirk ên dagirker hatibûn kuştin.
Her wiha HPG’ê ragihandibû ku sê gerîla jî şehîd bûne.
HPG’ê nasnameya şehîdan eşkere kir û got: “Hevrêyên me Ciwan, Andok û Botan her kêliya têkoşîna xwe ji bo bi destxistina serketinên mezin feda kirin.”

20’ê Mijdarê li Zap û Metîna hêzên gerîla li dijî arteşa Tirk a dagirker operasyonek şoreşgerî lidarxistin.

Di operasyona şoreşgerî de 49 leşkerên Tirk ên dagirker hatibûn cezakirin.

Her wiha HPG’ê ragihandibû ku di çalakiyan de sê hevreyê wan jî gihiştine şehadetê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên şehîdên operasyona şoreşgerî eşkere kir.

HPG’ê got:

Hevrê Ciwan, Andok û Botan bi operasyona şoreşgerî ya serketî yek ji derbên herî giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girtin.

HPG’ê diyar kir hevrêyê wan her kêliya têkoşîna xwe ji bo bi destxistina serkeftinên mezin feda kirin û wiha got:

Hevrêyên me yên ku bi operasyona şoreşgerî ya dawî pêk anîn re hêza gerîla nîşanî dost û dijminan dan.

Têkoşîna xwe di lûtkeyê de bi ser xistin, ji bo me jî bûn fermana hîn bêhtir têkoşînê.

“Her kêliya têkoşîna xwe ji bo bi destxistina serkeftinên mezin feda kirin”

Ji dîmenê her hevalekî hinekî biherikîne – lê axaftina wî di nîvî de neyê qutkirin

Dawiyê HPG’ê sersaxî ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re bi taybetî ji malbatên wan ên hêja re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Ciwan Welat
Nav paşnav: Fatîh Bulut
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik: Medîne
bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: 20 Mijdar 2023/ Zap

Nasnav: Andok Adil
Nav paşnav: Ramazan Bîlal
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik: Esmahan
bav: Fevzî
Dem û cihê şehadetê: 20 Mijdar 2023/ Zap

Nasnav: Botan Raperîn
Nav paşnav:Saît Songulalp
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik: Halîse
bav: Emrullah
Dem û cihê şehadetê: 20 Mijdar 2023/ Zap

Back to top button