Hemdan El Ebid diyar kir ku Rûsya berpirsê girtina deriyê Til Koçer ê sînorî ye.
Şêxmûs Ehmed jî ji ber bandorên girtina derî bi taybet li ser koçber û penaberan, hişyarî da.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid têkildarî mijarê got:
Rûsya her tim dixwaze vî deriyê mirovî veguherîne deriyekî siyasî..
Û hemû alîkariyên mirovî bi rêya Bab El Hewa derbasî Sûriyê bibin.
Hemdan El Ebid israra Rûsyayê ku dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêçkirî bimîne rexne kir ..
“Girtina derî wê bandoreke neyinî bike”
Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed jî got:
“Deriyê sereke yê ji bo derbasûna alîkariyan bi vetoya Rûsya û Çînê hat girtin.
Herêm ji ber kêmbûna alîkariyan û derketina rêxistinên navneteweyî ji herêmê ziyan dît.”
Ehmed hişyarî da ku berdewamkirina girtina deriyê Til Koçerê wê bandorek neyinî bike ..