Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wê gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê di karantînayê de be heta 14 rojan.
Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê wê heta 14 rojan di karantînayê de be.
Ev yek piştî derbasbûna leşkerekî hikumeta Şamê ku gumana pêketina vîrûsa Coronayê lê heye, pêk hat.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku ev tedbîr bi armanca parastina ji xetereya vîrûsa Coronayê hatine girtin.
Şaneyê ragihand ku ji ber desthilata Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re nebû alîkar, ev pirsgirêk derket.



