Koordînasyona Kongreya Star a Rojava dayîka Rêber Abdullah Ocalan Ûweyş, di salvegera wefata wê ya 27’an de bi bîr anî û got: Dayîka Ûweyş zarokên xwe bi rihê berxwedanê mezin kir û bû mînaka lehngî û serfiraziyê.
Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi boneya salvagera 27. a wefata dayîka Rêber Abdullah Ocalan, Uweyş daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Koordînasyonê Kongra Star got:
“Dayika Uweyş mînaka jina azad a berxwedêr e, ku li hemberî tevahî şertên jiyanî yên zehmet di warê jiyana malbatî, civakî û aborî de sekinî, radest nebû û zarokên xwe li ser rihê berxwedanê mezin kir.
Dayika Uweyş jiyana wê bi sebir, tolhildan, rûmet û azadîxwaziyê tijî bû.
Kongra Star destnîşan kir ku ev taybetmendî zemîna avakirina kesayeteke fermandar û leheng mîna Rêber Ocalan danî, yê ku ji zarokatiya xwe de dest bi têkoşînê kir.
”Dayîka Uweyş mînaka lehengî û serfiraziyê ye”
Kongreyê diyar kir ku Dayika Uweyş tevî ku xwendin û nivîsandin nedizanî, lê helwesta wê di jiyanê de, mîna îrade û îsrara li hemberî jiyanê hebû.
Kongra Star da zanîn ku serkeftina gelê bakur û rojhilatê Sûrî, pêşxistina pergala neteweya demokratîk û avakirina jiyana hevbeş keda Ocalan e.
Koordînasyona Kongra Star a Rojava di dawiyê de got:
Dayîka Uweyş wê mînaka lehengî û serferaziyê bimîne. Ji ber ku bi saya wê rêya me ya ber bi azadiyê ve ronî bû.
Dayika Uweyş rêberê mezin xwedî kir, em bi saya wî azad dijîn.