Xelkê Helebê: Em li ber tavê xwe germ dikin

Ji ber dorpêça li ser her du taxên Helebê mazot peyada nabe.
Di vê sermayê de malat li wir xwe li ber tavê germ dikin. 

Welatiya bi navê Tolîn Mûsa dibêje: “Dorpêça li taxê me dewam e.

Ez hewl didim bi mitêl û betaniyan zarokan ji vê seqemê biparêzim.

Ji bilî vê tu çare di dest me de tune ye.”

Tolîn hêvî kir ku tav tim derkeve da ku hinekî zarokên xwe li ber germ bikin û got:

“Gunehê zarokên min çi ye ku di vê rewşê de bijîn, ma mafên wan ên jiyînek asayî tune ye.

Zarokên min ji ber sermayê nexweş ketine. Ji ber dorpêçê em nikarin derman bikirin, biha ye.”

Helîme Mihemed jî diyar kir ku ji ber nebûna mazotê, wan hîa sobe pê nexistiye û got:

“Di rojên tav derdikeve de em li ber in, da ku xwe germ bikin.

Lê di rojên ewr û baranê de em di bin betaniyan de ne.

Em hemû bi sermayê ketine û çareyeke lezgîn dixwazin.”

Back to top button