“Eger komkujiya Sakîne Cansiz bihata eşkere kirin wê ya duyemîn pêk nehata”

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku komkujiya Parîsê divê teqez bê Ronîkirin û got, “Eger qetilkirina Sakîne Cansiz bihata ronîkirin ev komkujî nedibû.”

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî bûyerên piştî komkujiya Parîsê, ji ANF’ê re axivî.

Ozturk Turkdogan diyar kir ku êrîşên bi vî rengî timî di bin armanceke cuda de têne veşartin û bi bîr xist ku di vê êrîşê de jî bi giranî îdîaya êrîşa nijadperestiyê tê kirin.

Turkdogan diyar kir ku êrîşkar beriya niha sûc kiribû, di 12’ê Kanûnê de bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û diviyabû di bin kontrola polîsan de ba lê ev kes serbest hate berdan.

Turkdogan diyar kir ku divê pişt perdeya êrişê bê eşkere kirin-

Turkdogan destnîşan kir ku ger komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a beriya 10 salan li Parîsê bihate ronîkirin wê ev komkujî îro neba.

Back to top button