DAIŞ’ê êrîşa li Viyanayê girt ser xwe

Êrîşa ku li paytexta Ewûstûralya Viyanayê 2’ê Cotmehê ku 4 kes hatin qetilkirin, çeteyên DAIŞ’ê girte ser xwe.

Çeteyên DAIŞ’ê yên bi li ser Telegramê daxuyaniyek da, êrîşa li Viyanayê girtin ser xwe.

Li gorî Wezîrê Karên Hindur yê Ewûstûralyayê di êrîşa ku herî kêm yek jê êrîşkar, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Li gorî Wezîrê Karên Hindur Karl Nehammer, êrîşkar ji ber ku Nîsana 2019’an hewldabû biçe Suriyê tevlî çeteyên DAIŞ’ê bibe mehkûnê 22 meh cezayê girtîgehê hatibû kirin.

Agahî hatin parvekirin ku êrîşkar meha Kanûna borî hatibû berdan. Rayedaran ragihandin ku êrîşkarê hatî kuştin sempatîzanê DAÎŞ’ê ye.

Back to top button