MSD’ê bi daxuyaniyekê êrîşa terorîst a li Viyanayayê şermezar kir

Mecilsa Sûriya Demokratîk(MSD) êrîşa terorîst a li Viyanaya paytexta Nemsayê hatiye kirin, şermezar kir.

MSD têkildarî êrîşa terorîstî ya ku duh li Viyanayê pêk hatiye û di encamê de 4 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MSD’ê êrîş şermezar kir û piştgiriya xwe bi gelê Viyanayê re nîşan da.

MSD’ê banga dîtina pergaleke navnetewî kir ku biryarên navneteweî yên têkildarî têkoşîna li dijî terorê û desteka wê bişopînin û dewletên ku hebûna terorîstan hêsan dikin muhasebe bikin û wiha dewam kir;

“Em bang li Koalîsona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û Konseya Ewlehiyê ya NY dikin ku xebatên xwe yên rakirina koka terorê û fikirê wê û şaneyên wê yên razayî berdewam bikin, her wiha dadgehên taybet ên terorê ava bikin û endamên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê darizînin.”

MSD’ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan û komara Awisturyayê bi hikumet û gelê wê re xwest û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Back to top button