Îsraîlê êrişî balafirxaneya Şamê kir

Artêşa Israîlê nîvê şevê êrişî Paytexta Sûriyê Şamê kir.
Balafirgeha Şamê ya navdewletî bû armanca mûşekên Israîlî û di encamê de ziyanên mezin lê bûn.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di derengî şevê de Îsraîlê bi balafiran êrişî gelek deverên derdora Şamê kir.

Di encama êrişê de Balafirgeha Şamê ya navdewletî ya Şamê hat wêrankirin û ji kar sekinî.

Hikûmeta Şamê: Balafireg li kar vegeriya

Wezareta Veguhestinê ya Hikûmeta Şamê agahî piştrast kir û eşkere kir ku piştî çend saetan vê sibehê dîsa balafirgeh li kar vegeriya.

Li gorî çavdêriyê Israîlê her wiha di êrişên xwe de deverên hêzên girêdayî Hizbullaha Lubnanî û Pasdarên Îranê yên li Başûrê Şamê kiriye armanc û 4 ji wan hatine kuştin.

Back to top button