Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku mûçeyên karmendên saziyên xwe bi rêjeya ji sedî sed zêde bike.
Di 2’ê vê mehê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîneke awarte ji bo nîqaşkirina rewşa aborî, li bajarê Reqayê li dar xist.
Yek ji encamnameya civînê ew bû ku Lijneyek taybet bi desteya darayî re were çêkirin û botçeya karmendên rêveberiya xweser li gorî bihabûna jiyanê were destnîşankirin.
Îro Rêveberiya Xweser têkildarî zêdekirina mûçeyên karmendan, li ser malperên xwe yên fermî biryarnameya hejmar /27/ weşand.
Rêveberiyê mûçeyên karmendan ji sedî sed zêde kir.
Di biryarnameyê de ji aliyên darayî yên saziyan hat xwestin ku ji 1`ê Tebaxê de mûçeyên karmendan li gorî biryara nû bidin.