Piştî bidawîkirina hikumê xweser li Keşmîrê, polîsên Hindistanê 2 çekdarên Îslamî kuştin.
polîsên Hindistanê ragihand ku îro Hêzên ewlekariya hundirîn 2 çekdar li Baramola li bakurê Keşmîrê kuştin, ku bi guleyan êrîşî hev kirin.
Ev yekemîn êrîş e ji çaxa New Dilhî serweriya xweser ji ser herêma Keşmîrê rakiriye .
Polîsan da zanîn ku di encama şer navbera wan de, 2 xebatkarên wê jî birîndar bûn.
Herêma Keşmîrê piraniya xelkê xwe Îslam in, çekdarên li wir jî soz dan ew ê her li dijî hikumeta Hindî şer bikin.
Hefteya borî Hindistanê hikumê xweser ji ser herêma Keşmîrê rakir.
Li ser vê jî hikuemta Pakistanê ragihand ew ê vê mijarê rake dadgeha bilind a navdewletî.
Sala 1947’an, ango di serbixwebûna Hindistanê de, ew û Pakistan li ser wîlayeta Keşmîrê pev ketin.
Keşmîr, ji 2010’an ve ji sedî 43 di bin desthilatiya Hidistanê û ji sedî 37 di destê Pakistanê de ye.
Ji şerê 1962’an ê di navbera Çîn û Hindistanê de jî, 3 deverên wîlayetê ango 20 ji sedî ketin destê Çînê.