Eşîra El-Cihêş El-Zibêdiyê jî li dijî gef û êrîşên Tikriyê helwesta xwe nîşan da. Nûnerê eşîrê Ebdullah Kendar dibêje “Armanca sereke ji gef û êrişên dewleta Tirk ew e ku projeya Neteweya Demokratîk têk bike.” û piştrast kir ew ê bi ciwan û mezinan li dijî Erdogan bisekinin. Eşîrên Bokemalê jî li dijî êrîşan piştevaniya xwe ya bi QSD û Rêveberiya Xweser re nîşan dan.
Gelên herêmê, rûspî û serokeşîrên Ereb jî di nav de, li dijî gef û êrîşên Tikryê yên dawî li ser herêmê, biryara berxwedamn û têkoşînê daye.
Nûnerê eşîra El-Cihêş El-Zibêdiyê li Sûriye Ebdullah Kendar jî yek ji wan e ku li dijî van êrîşan amadebûna xwe ya parastina herêmê ji van êrîşan, nîşan da.
Ebdullah Kendar destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ew e ku deverên din ji axên Sûriyê dagir bike û demografiya herêmê biguherîne.
Ji destpêka aloziya li Sûriyê, Erdoganê dagiker rewş bi kar anî û hemû terorîstên cîhanê li Tikriyê kom kirin. Ew perwerde kirin û rê da wan ku derbasî axa Sûriyê bibin.
Erdogan dixwaze herêmine din ên Sûriyê dagir bike.
Dema dawî jî gefên cidî li ser herêmên Til RIfet, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa û Til Temirê dixwe.
Ev herêm hemû Sûrî ne û gelên Sûriyê tê de dijîn.
Demografiya herêmê diguherîne. Em rûspî û serokeşîrên herêmê vî tiştî red dikin û napejirînin.
Em ê li dijî vê derkevin; parastina xaka xwe bikin û rê nadin Erdogan ku herêmên me dagir bike.
Kendar piştrast kir Dewleta Tirk armanc dike ku projeya netewa demokratîk têk bibe û xewnên xwe yên Osmaniya nû vejîne.
Dawiyê, Nûnerê eşîra El-Cihêş El-Zibêdiyê li Sûriye tekez kir ew ê axa xwe biparêzin, nehêlin ku Erdogan vê pergala wan a netewa demokratîk têk bibe.
Eşîrên Bokemalê: Em li dijî êrîşan bi QSD û Rêveberiya Xweser re ne
Meclisa Eşîrên El-Bokemalê jî bi daxuyaniyekê êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir.
Şêx û rûspyên Meclisa Eşîrên El-Bokemal, di daxuyaniyê de gotin: “em piştevanên QSD`ê û Rêveberiya Xweser in.
Em ê li dijî hemû hewldanên têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê bisekinin.”
Dawiyê bang li cîhanê û rêxistinên mirovan kirin ku piştgiriya projeya wan a demokratîk bikin.