Federesyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kongra xwe ya 2’mîn duh bi dawî kir.
Ji 7 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 300 delege beşdarî kongreyê bûn.
Di kongrê de nûnerên ji rêveberiya xweser, PYD, Kongra Star û Hêzên leşkerî û malbatên şehîdan amade bûn.
Di kongreyê de beşdaran bi endamên dîwanê re rêziknameya federasyonê nîqaş kirin..
31 endam ji bo meclisa giştî hatin hilbijartin.
Endamê Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ezîz Ereb di kongreyê de axivîn û gotin :
“Em ji endamên hilbijartî û nûnerên Desteya Rêveber re, di kar û xebatên wan ên di dema bê de, serkeftinê dixwazin.”
Endama Fermandariya Giştî ya QSD Newroz Ehmed jî lidarxistina kongreyê li rêber Ocalan û şehîdan pîroz kir
Kongreya 2’yemîn a Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin