Efrîn..Çeteyan welatîyê bi navê Esed Elî Heyder revandin

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker dîsa li Efrîna dagirkirî welatîyek revandin û dest danîn ser 350 darên zeytûnê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê welatîyê bi navê Esed Mihemed Elî Heyder ê ji gundê Hemamê yê ji Cindirêsê ye, dema ku ji Şehbayê tê Efrînê yekser tê revandin.

Hat diyarkirin ku Esed bi belovakên MÎT’ê û ji derewên ENKS’ê yê banga vegera ji bo Efrînê hat xapandin û li ser vê yekê berê xwe daye Efrîna dagirkirî

Çeteyan dest danîn ser 350 darên zeytûnê ên welatîyan

Li alîyê din hat ragihandin çeteyan dest danîn ser 350 darên zeytûnê ên welatîyên bi navê Zûhêr Mihemed û Îsam Mihemed yên ji Mareskê a navçeya Şera.

Hat diyar kirin ku çeteyên koma bi navê Cebha Şamîyê dest danîn ser 350 darên zeytûnê û bi belge û ewraqên sexte dest datînin ser erd û zevîyên şênîyan.

Her wiha hat diyar kirin, belge û ewraqên sexte bi rêya çeteyê bi navê Osman Rehîlo li Helebê tên amadekirin.

Back to top button