HPG’ê: 13 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Li Çiyayên Kurdistanê, rojane bi dehê caran êrişên balafirên şer û çekên kêmyeyî pêk tên. Lê tevî vê yekê jî artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîlla nikare pêşde biçe. HPG’ê ragihandi ku di çalakiyên gerîlla de 13 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha derb li 2 helîkopteran ket.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk, raya giştî agahdar kir.

Li gorî vê;

. Li herêma Avaşînê

3’ê Hezîranê hêzên artêşa Tirk hewl dan ji Werxelê ber bi qada Çemço ve pêşde biçin.

Di encama destwerdana gerîlla de leşkerek hate kuştin û yên mayî jî neçar man paşde biçin.

LI HERÊMA METÎNA

4’ê Hezîranê li Qada Girê Hakkarî, helîkopterên artêşa Tirk bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de derbeke giran li helîkoptereke Skorsky hate xistin û ji ber vê neçar ma ji qadê dûr bikeve.

.Li herêma Zapê

28’ê Gulanê droneke teqemenî lêbarkirî, dema li ser tunelên şer ên Qada Şikefta Birîndara difiriya, ji aliyê gerîlla ve hate xistin.

5’ê Hezîranê, dagirkerên li derdora çeperên şer ên qada Karker, bûn armanca çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên YJA Starê.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

4’ê Hezîranê, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Girê Cûdî bûn hedefa lêdana gerîlla.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê helîkopterên êrîşê yên xwestin çeperên Girê Cûdî bombebaran bikin, bûn armanca gulebarana gerîlla.

Di encama lêdanên bi bandor de derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin.

Dîsa 4’ê Hezîranê dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Girê FM’ê ve bi pêş ve biçin, ketin kemîna gerîlla.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Li heman herêmê di çalakiyên sabotaj û sekvaniyê de jî 2 leşkerên din hatin kuştin.

Berê êvarê dîsa li Qada Girê FM, hêzên artêşa Tirk xwestin ber bi çeperên şer ve pêşde werin.

Gerîlla pêşî li wan girtin û di çalakiya bi bandor de 4 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan:

Artêşa dagirker ku li hemberî berxwedana gerîlla nikare encam bigire, 28 caran bi balafirên şer, 27 caran jî bi çekên kîmyewî, qadên berxwedanê bombebaran kirin.

Back to top button