Hisên Koçer: Em ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin û herêmên xwe biparêzin

Hêzên Sûriya Demokraîk (QSD) têkildarî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê civînek bi şêxeşîr û rûspiyên Herêma Firatê re li dar xist. Endamê fermandariya QSD’ê Hisên Koçer di civînê de axivî û got: “Em ê serî ji tu hêzên ku herêmên me dagir bike re netewînin, Em ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin.” Rûspiyan jî tekez kir ew ê li dijî êrişan li kêleka QSD’ê bin û bi hev re herêmên xwe biparêzin.

Ji bo nirxandina rewşa dawî ya herêmê, gef û êrişên dagirkeriya Tirk û têkoşîna li hemberî van êrişan, QSD’ê civînek bi şêxeşîr û rûspiyên Herêma Firatê re li dar xist.

Civîn bi amadebûna şêxeşîr û rûspiyên Kurd û Ereb li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Sirînê hate lidarxistin.

Di civînê endamê fermandariya QSD’ê Hisên Koçer axivî û rewşa herêmê ya dawî nirxand.

Hisên Koçer diyar kir li dijî êrişên ser herêmê, ji bo ku gel xwe biparêze divê hevgirtina xwe xurt bike, xwe birêxistin bike.

Koçer wiha got, “Em ê serî ji tu hêzên ku herêmên me dagir bikin re netewînin, em ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin û herêmên xwe biparêzin.

Divê gelê herêmê jî ji bo parastina herêmê ji êrişan û têkbirina planên dijmin her tim amade be.

Endamê fermandariya QSD’ê Hisên Koçer di dawiya axaftina xwe de wiha got:

“Em niha xwe amade dikin ku herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Bi hevgirtina gelan wê ev armanc pêkan be, ji ber îradeya gelan ji hemû desthilatdaran xurtir e.”

Endamê Burya Têkiliyên QSD’ê Mistefa Balî jî di civînê de axivî û bal kişand ser bandora sîstema dewletnetewê ya li ser herêmê û got: “Sîstema dewletnetew li Rojhilata Navîn şer û alozî û wêranî bi xwe re anî û ji mafê gelan e ku bi aştî û aramî bijîn.”

Şêxeşîr û rûspiyên herêma Firatê: Em ê li kêleka QSDê bin û herêmên xwe biparêzin

Civîn bi daxuyaniyekê li ser navê şêxeşîr û rûspiyên herêmê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi bihaneya avakirina herêma ku navê biewle lê dike, dixwaze herêmên nû dagir bike û guhertina demogarfîk li herêmê pêk bîne.

Rûsiyan destnîşan kir ku li Tirkiyê niha aloziyeke hundirîn heye, deshilata Tirk jî dixwaze bi van êrişan rojevê biguherîne û aloziyê derbasî derveyî Tirkiyê bike.

Di dawiya daxuyanîyê de, Rûspî û şêxeşîrên Herêma Firatê bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê rawestînin.

Her wiha tekez kirin ku ew ê li dijî êrişan li kêleka hêzên QSD’ê bin û herêmên xwe biparêzin.

Back to top button