Dersim Dag: Ciwan li Tirkiyê di armanca polîtîkayên ‘şerê taybet’ de ne

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an eşkere kir. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag destnîşan kir ku ciwan li Tirkiyê di hedefa polîtîkayên “şerê taybet” de ne û hikumet ji ber van polîtîkayan welat ber bi tariyê ve dibe.

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an ku binçavkirin, girtin, revandin û lêferzkirinên sîxûriyê têde cih digirin li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê bi civînek çapemeniyê eşkere kir.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û endamên Meclîsa Ciwanan beşdarî civînê bûn.

Dersim Dag: Ji sedî 40’ê ciwanan bêkar in

Dersim Dag ku rapora salê xwe xwend da zanîn ku li Tirkiyê, ji her car ciwanan, ciwanek bêkar e û wiha domand;

“Di sala 2020’an de, rêjeya bêkariya ciwanên temenê wan di navbera 15-24’an de ne rêjeya wan gihîştiye ji sedî 24,3’an.

Ciwanên temenê wan di navbera 15-34’an de ne ji sedî 40 e.

Bi giştî 961 hezar kesên di navbera van temenan de bêkar in û mezûnên zanîngehê jî di nav de ne.

Li gorî vê yekê nêzî 2 milyon ciwanên zanîngehê dixwînin bêkar in.

Bêkar ên mezûnê dibistana seretayî ,ji sedî 15,6,

Bêkar ên mezûnê hîndekariya navîn, sedî 18,9,

Û ciwanên bêkar ên mezûnê hîndekariya bilind in jî rêjeya wan ji sedî 20,5 e.

Dersim Dag: 3 hezar û 952 kesan dawî li jiyan xwe anî ye

Dersim Dag bal kişand ser xwekuştinên ciwanan û destnîşan kir ku di navbera salên 2015-2019’an de jî ciwanên temenê wan di navbera 15-24’an de bûne 3 hezar û 952 kes întîhar kirine.

Parlementera HDP’ê sedemê vê jî bi polîtîkayên hikumetê yên bêkarî, bêsiberojê întîhar dikin û hikumet bi van polîtîkayên ku dişopîne welat ber bi tariyê ve dibe.

Dersim Dag balikişande li ser polîtikayên şerê taybet û destnîşan kir ku li Tirkiyê hejmara kesên tiryakî bi kar anîne nêzî 6-7 milyon in. Dersim Dag anî ziman ku ev yek bi taybetî parçeyek polîtîkaya şerê taybet e.

Dersim Dag: 2020’an, 284 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Dersim bal kişand ser polîtîkayên êrişkarî yên li ser jinan û got;

“Di sala 2020’an de, 284 jin ji aliyê mêr ve hatine kuştin.

265 zarok bi îstismarê re rûbi rû mane û 26 zarok hatine kuştin.

255 jin bi awayên gumanbar hatine kuştin,

96 jin bi destidirêjiyê , 147 jin bi destavêtinê re rû bi rû mane.

tacîzê re rûbirû mane û 792 jin jî bi tundiyê re rûbirû mane.

Parlementera HDP’ê Dersim Dag dawiyê de da zanîn ku di serdema desthilata AKP’ê ve kuştinên jinan gelek zêde bûye û kujer ji aliyê dewletê ve hatiye parastin.

Back to top button