Amerîka 32 Rûsiyan ceza birî û 10 dîplomatê Rûsî ji Washingotin derxist

Amerîkayê li dijî 32 rûsiyan ceza birî û 10 dîplomatên rûsî jî ji Washingotinê derxistin.

Rêveberiya Amerîkayê ji ber destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukranya û êrişên sîberanî li ser DYA’yê li dijî Rûsya ceza pêk anî.

Rêveberiya Amerîkî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li dijî 32 rûsî ceza birîne û 10 dîplomatên Rûsî jî ji Washingotinê derxistin.

Rêveberiya Amerîkayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev got;

“Rûsya temenê kiryarên xwe yên bi armanca gihandina zirarê li berjewendiyên Amerîkayê re dide. Wê DYA parastina berjewendiyên xwe berdewam bike.”

Her wiha NATO`yê jî piştgiriya xwe ji Rêveberiya Amerîkayê ya têkildarî ferzkirina cezayên li ser Rûsyayê nîşan da.

Li gorî nûçeya ku ajansa Reutersê weşandî, Berdevkê Kremlîn Dmitri Peskov ragihandiye ku wê li dijî her cezayeke nû yê DYA bersiva pêwist bidin.

Back to top button