Mismarî: Divê Ewropa hêzên Tirkiye û çeteyên wê ji Lîbyayê derxîne

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî daxwaza alîkariyê ji Ewropayê kir, ku hêzên Tirkiye û çeteyên wê ji Lîbyayê derxîne.

Ehemd El-Mismarî, diyar kir ku Erdogan hewl dide careke din bi rêya hebûna leşkerî ya Enqere li Lîbyayê, bazarê bi dewletên din re bike.

El-Mismarî destnîşan kir ku Artêşa Lîbî, li gorî agirbesta hatiye ragihandin tev digere, lê belê çeteyên Tirkiyê plana êrîşeke dijminahî û şantajê dikin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê her wiha bang li Ewropayê kir ku ji bo derxistina hêzên dewleta Tirk ji Lîbyayê alîkar be.

Back to top button