Dewleta Tirk li nêzê rêya M4 a Girê Spî sivîlek kuşt

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî sivîlek kuşt.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker duh şêniyê bi navê Mihemed Xelef Silêman dema ku nêzî rêya M4 pezê xwe diçêrand, gulebaran kir.

Di encama gulebaranê de, Mihemed bi giranî birîndar bû û yekser ji aliyê şêniyên herêmê, bo nexweşxaneya Ş.Umer Elûş hat rakirin.

Lê tevî hemû destwerdanan jî, ji ber ku birîna wî ya giran, Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Hate gotin ku Mihemed Xelef Silêman koçberek ji bajarê Homsê bû û li herêma navborî şivantî dikir.

Back to top button