Heta niha 134 çeteyên dewleta Tirk li Qerebaxê hatine kuştin

Derdora 135 çeteyên dewleta Tirk heta niha di şerê Qerebaxê de hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku jimara çeteyên dewleta Tirk li Azerbeycanê bû 2 hezar, ji wan heta niha 134 çete hatine kuştin.

Li gorî çavdêriyê, tenê 92 term hatine Sûriyê, lê hîna yên din li Azerbeycanê ne.

Çavdêriyê her wiha da zanîn ku hikumet û Istixbarata Tirkiyê bi awayekî veşartî hîna çeteyên Sûrî perwerde dikin da wan tevlî şerê li herêma Qerebaxê bikin.

Li ser erdê jî, Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand, ku panzêreke hêzên Azerbeycanê, li Qerebaxê hat teqandin.

Back to top button