Dadgeha Tirkiyê li Meletiyê 5 endamên HDP’ê girt

Desthilata AKP-MHP’ê li meletiyê 5 endamên HDP’ê girt. Derbarê hin parlamenterê HDP’ê de jî fezleke amadekir. Platforma Konseya Ewropayê jî girtina rojnamevanan di dereceya yekem de xeternak dît.

Dadgeha Erdogan hefteya borî li bajarê Meletiyê 5 kes di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ de 5 endamên HDP’ê binçavkiri bû.

Dadgehê îro bi hinceta endamên rêxistinê ne 5 endamên HDP’ê girt û avît zîndanê.

Derbarê 6 parlamenerên HDP’ê de fezleke hat amadekirin

Her wiha faşîzma AKP-MHP’ê ji bo mafê destnedayîna parlamenterên HDP’ê ji holê rabike û wan bigre, derbarê 6 parlamenterê HDP’ê de 10 fezleke amadekir û şand meclîsê.

Parlamenterên ku derbarê wan de fezleke hatine amadekirin evin:

Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Parlamenterê HDP’ê yê Agirî Abdullah Koç, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê de hatin amadekirin

Konseya Ewropayê: Girtian nûçegihanên MA’yê tehdîda asta yekemîn de ye

Platforma Parastin û Ewlehiya Rojnamevanan a girêdayî Konseya Ewropayê
bi daxuyaniyek li dijî girtina 4 rojnamevanên kurd derket.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev rojnamevan erka xwe pêkanîne û li gor belge û delîlan tevgeriyane.

Konseya Ewropayê diyar kir ku girtina rojnamevanan di dereceya yekemîn de xeteriyek mezin e, û sûcdarê wî jî dewleta bi xwe ye.

Back to top button