Desteya Tenduristiyê dê li Dêrazorê nexweşxaneyekê ji nû ve saz bike

Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, li Dêrezorê dest bi sererastkirina Nexweşxaneya Ebû Hemam kir.

Nûnerên Koalîsyona Navneteweyî, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, rûspiyên herêmê û şêniyên herêmê beşdarî merasîma destpêkirina çêkirina nexweşxaneyê bûn.

Di merasîmê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Samî El-Abdullah axivî û projeya ji nû ve avakirina nexweşxaneyê li gel pîroz kir.

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Todd Inter Sir piştrast kir ku hikûmeta Amerîkayê ji bo jinûve avakirina Dêrezorê gelek proje amade kirine .

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa jî anî ziman ku ji nû ve vekirina nexweşxaneya Ebû Hemam destpêka projeyên din ên tenduristî ye.

Di dawiyê de kevirê bingehîn yê nexweşxaneyê hat danîn.

Tê payîn ku di nav 3 mehan de xebatên çêkirina nexweşxaniyê bi dawî bibe.

Back to top button