Çeteyan 3 milyon lîreyê Sûrî ji sê sivîlên navçeya Şiyê standin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 sivîlên din ji navçeya Şiyê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 10’ê Cotmehê, çeteyan sê sivîl bi navê Ewnî Xelîl Oso, Betal Ehmed Elî û Hesen Mihemed Elî yên ji gundê Ceqelê Navîn yê Şiyê revandin.

Rêxisitinê da zanîn ku çeteyan piştî ji her yekî Milyonek Lîreyê Sûrî standine ew berdan.

Çeteyan li navçeya Mabata 50 darên zeytûnê birîn

Li aliyê din, Malpera Afrinpost ragihand ku ji bo talankirina berhemê zeytûnan, çeteyan li ser her dareke zeytûnê yê welatiyên navçeya Şiyê 10 dolar bac ferz kir.

Li gundê Şêxûtka yê Mabata jî çeteyan 50 darên zeytûnê yên kesê bi navê Henan Sîdo birîn.

Malperê da zanîn ji bo bazarganiya êzingan, çeteyan beriya bi demekê li navçeya Bilbilê û Cindirêsê zêdeyî 7200 darên zeytûnê birîn.

Back to top button