Kurd û dostên xwe îro li Fransa dadikevin qadan

Îro saet 14:00’an li dijî gef û êrişên Tirkiyê wê li bajarên Fransayê meş pêk werin.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê ji tevlibûna li meşê bang kir.

Meş wê bi slogana “Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze” li bajarên Fransayê pêk bên.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

“Dewleta Tirk li dijî Kurdan polîtîkayê qirkirinê xistiye meryetê.

Li ser banga dostên gelê Kurd ên enternasyonalîst wê li hemû Ewropa û cîhanê çalakî pêk werin.

Konseyê eşkere kir ku wê çalakî saet 14:00’an bi dema Ewrûpa li Qada Repûblîqûe pêk were.

Her wiha ji bo beşdariya li çalakiyê bang kir û ev tişt anî ziman:

”Werin em bi hev re li ser asta cîhanê dengê xwe bilind bikin û li Kurdistan û gerîla xwedî derkevin.”

Xebatkarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê jî banga beşdariya çalakiyê kirin.

Back to top button