Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû diyar kir ku Amerîka û Rûsya bi gotina ’em fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê fêhm dikin’ ve dagirkeriyê rewa dikin. Lewma eger êrişek bê kirin divê gelên me hem Amerîka hem jî Rûsya berpirsyar bibîne
Mistefa Karasû teqez kir ku êrişeke nû wê bê wateya şerekî timî û bang li gelên li Rojava kir ku xwe ji şerekî demdirêj re amade bikin û heta herêmên dagirkirî neyên rizgakirin ranewestin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû, di beşa duyemîn a hevpeyvîna ku ji ajansa Firatê re kiriye de jî derbarê gefên li ser Rojava axivî.
Mistefa Karasû diyarkir ku hinceta dewleta tirk ku dibêje rojava ewlehiya min a netewî dixe xeteriyê nerast e û got:
“Tiştekî bi navê pirsgirêka ewlekariyê nîne. Rojava gefê li ewlehiya Tirkiyeyê naxwe.
Dewleta Tirk li dijî azadiya Kurdan e, naxwaze kurd li Rojava pergaleke demokratîk avabikin.”
Karasû daxuyakirin dagirkeriya Tirk wê tenê bandorê Kurdan neke wê bandorê tevahiya aramiya Rojhilata Navîn bike.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê axaftinên Amerîka û Rusya ku dibêjin ’em fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê fêhm dikin’ jî şermezar kir kû ev nirxandin kir:
“Ev helwesta Amerîka, Rûsya feraseta siyasî ya qirêj û şerm e.
Ev axaftin tê wateya piştgiriya şerê li dijî Kurdan. Bi van axaftinan ve dagirkeriyê rewa dikin, teşwîq dikin.
Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya NATO’yê li gefên Tirkiyeyê, berevajîkirina rastiyê ye.”
Karasû di berdewamiya nirxandina xwe de dazanîn ku dewleta Tirk bi kuştin, revandin, koçberkirin û guhertina demografiya Rojava re, jiyana gelan xira dike û cîhan hemû jî vê yekê dibîne, ji ber berjewendiyên siyasî Rûsya û Amerîka bêdeng dimînin.
Mistefa Karasû got:
“Şîrikê sûcê van êrişan beriya her tiştî Amerîka, Ewropa, NATO û Rûsya ye..Lewma eger êrişek bê kirin divê gelên me yên li Rojava hem Amerîka hem jî Rûsya berpirsyar bibîne.”
Karasû di dawî de dazanîn ku êrişeke nû wê bê wateya şerekî timî û bang li gelên li Rojava kir ku xwe ji şerekî demdirêj re amade bikin û heta herêmên dagirkirî neyên rizgakirin ranewestin.



