Ji fermandarên QSD’ê yê li Zirganê: Dijmin xwe ji bo şerekî amade dike

Ji fermandarê QSD’ê yê li navçeya Zirganê Baran Can diyar kir ku ew ê ji hemû êrişên Tirkiyê re bibin bersiv. 

Baran Can behsa êrişên Tirkiyê yên li dijî Zirganê kir û got: ”Tirkiyê rojane êriş dike û eşkere sivîlan dike armanc.”

Baran eşkere kir ku dewleta Tirk hazirtiya êrişekê mezin dike û ev agahî parve kir: “Li xetên ku hatine dagirkirin, satir û mewziyên şer çêdikin.

Baregehên xwe çêkirine, tank bi cih kirine. Leşkerên Tirk bi panzêran tev digerin. Li hemberekî her gundekî Zirganê baregehên dewleta Tirk hene.

Ji wan baregehan êriş pêk tên. Xuya ye dijmin xwe ji bo şerekî amade dike.”

Dawiyê Baran Can piştrast kir ku ew ê li hember her êrişek Tirkiyê bê deng nemînin û di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan bidin.

Back to top button