Fermandariya YBŞ’ê Mam Beşîr bi bîr anî û soza têkoşînê da

Fermandariya YBŞ’ê ji bo koça dawî ya Endamê Koordînasyona Êzidiyan Mam Beşîr sersaxî xwest û ew bi bîr anî.

Fermandariya YBŞ’ê bal kişand ser ked û xizmeta Hasan Dûtar (Mam Beşîr) a li Şengalê û ev peyam da:

“Em YBŞ-YJŞ ji bo Mam Beşîr dibêjin, eger jiyanek hebe ew jî wê bi wateya têkoşîn û bîranînên wî, jiyaneke azad be.”

Fermandariyê soza mezinkirina têkoşînê da, ku ew ê di rêya Êzîdxaneke azad de vê têkoşînê bişopînin û bigîhînin serketinê.

Her wiha YBŞ di şexsê şoreşgerê mezin Mam Beşîr de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

14’ê Kanûnê, Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Hesen Dûtar bi navê xwe yê din Mam Beşîr, li Şengalê ji ber krîza dil koça dawî kir.

Mam Beşîr wê sibe li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bê oxirkirin.

Back to top button