Çavkaniyên YPG: Îdiayên Wezareta Pêşmerge ji rastiyê dûr in

Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê idia kir ku YPG’ê êrîşî benda kontrolê ya pêşmergeyan kiriye. Çavkaniyên nêzî YPG’ê ev yek derewand.

Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê îdia kir ku YPG’ê duh bi şev sînor derbas kiriye û êrîş biriye ser bendeke kontrolê ya pêşmergeyan.

Çavkaniyên nêzî YPG’ê ev îdia derewand û diyar kir ku bûyereke bi vî rengî ji rastiyê dûr e.

Ev demek e PDK û ragihandina xwe ku li cem dewleta Tirk a dagirker ref girtine, bi her awayî hewl didin bi propagandayên derew, bingehê ji êrîşan re amade bikin.

Bertekên gelê Kurd û hêzên siyasî yên li dijî vê siyaseta PDK’ê jî her diçe zêde dibe.

Back to top button