Piştî ku Amerîka, ji ber kirîna peragala S-400 a Rûsî, ceza li Tirkiyê birîn, a dawî soza pêşxistina pîşesaziya xwe ya parastinê, da.
Serokê Dezgeha Pîşesaziyên Parastinê ya Tirkiyê Ismaîl Demîr teqez kir, tevî cezayên Amerîkî, ew ê pêşxistina pîşesaziyên parastinê yên xwecihî berdewam bikin.
Demîr got:
Em hêvî dikin ku cezayên Amerîkî di çarçoveya xwe ya diyarkirî de bimînin û bandorê li têkiliyên her du welatan nekin.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî ev ceza weke derbeke mezin li hevalbendiya her du welatan nîşan da.2:
Akar banga jinûve-destpêkirina hevkariya Amerîka û Tirkiyê kir û idia kir ku ev yek wê destekê bide aştî û aramiyê li herêm û cîhanê.
Duşemê, Amerîka ceza li Dezgeha Pîşesaziyên Parastinê ya Tirkiyê û serokê wê Ismaîl Demîr birîn.