Li çolistana Dêrazorê, di encam êrişa çeteyên DAIŞ’ê ên li dijî bargehên hêzên hikûmetê de 2 leşker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Balafirên Rûsyayê jî bargehek çeteyan ya li Efrîna dagirkirî bombebaran kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand li derdora zeviyên petrolê yên Xerata a li rojava ya Dêrazorê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî baregeha Firqeya 17’an û ‘Koma Qatircî’ ên girêdayî hikûmeta Şamê kirin.
Hate ragihandin ku di êrişê de 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên Rûsyayê navçeyek Efrînê bombebaran kir
Her wiha çavdêriyê ragihand ku şevê din balafirên şer ên Rusya baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa yê Efrînê bombebaran kirin.
Di heman demê de balafiran moşek bi ser herêma Daret Eze ya li rojavayê Helebê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, barandin.