Çalakiya li Sêmalkayê di roja 75’an de ye, lê PDK cenazeyên şehîdan nade

Çalakiya malbatên şehîdan a li ber deriyê Sêmalka. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî girtina deriyê sînor dan, biryardariya xwe ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan dubare kir.

Çalakiya li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn şehîdkirin, di roja xwe ya 75’an de berdewam dike.

Çalakvan tevî serma û baranê jî çalakiya xwe didomînin û destnîşan kir ku tevî hemû kiryarên PDK’ê jî bi biryar in ku cenazeyên gerîlayan wergirin.

Endama meclisa navçeya Til Temirê Rama Seydo diyar kir ku PDK li şûna ku daxwazên çalakgeran bi cih bîne, deriyê sînor ê Pêşxabûrê girtiye û got: “PDK’ê bi hincetên vala sînor girt. Em bi israr in ku cenazeyên şehîdên xwe wergirin.”

Endama Mala Jinan a Til Temirê Necla Sîmêla jî diyar kir ku “Derî bigirin jî ew ê çalakiya xwe bidomînin.”

PDK’ê di 16’ê Kanûnê de bi girtina deriyê sînor bersiv da daxwaza malbatên şehîdan.

Back to top button