HPG: Îradeya bi hêz a gerîlla bû kelema li pêşiya dagirkeriyê

9 roj in gerîllayên Kurdistanê li herêmên Zap û Avaşînê, li ber dagirkeriya dewleta Tirk radibin.
Îro bi daxyuyaniyeke fermî encama şerê 7 rojan bi raya giştî re hat parvekirin.
Li gorî vê,
218 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Heta niha 11 gerîlla jî şehîd bûne.

Navenda Raginandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şerê 7 rojan li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk eşkere kir.

Navendê pêşî behsa sedemên bingehîn ên tevgera dagirkeriyê kir û got:

Dewleta Tirk gerîllayên azadiyê li pêşiya xeyalên xwe yên dagirkirina tevahiya Kurdistanê weke astengiya herî mezin dibîne.

Lewma ji bo tinekirina hêza me, hemû hêz û derfetên xwe bikar tîne.

Bi vê armancê ji Tîrmeha 2015’an ve di nava hewldanan de ne.

Lê 7 sal in her hesabên wan têk diçin.

Her cara ku bi armanca qirkirinê êriş kirin, îradeya xurt a Gerîlayên Azadiyê li hemberî xwe dît.

Artêşa Tirk ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê şeva 17’ê Nîsanê bi dijwarî êrişî herêmên Zap û Avaşînê kir.

Ev tevgera dagirkeriyê êriş an jî operasyoneke ji rêzê nîne, di asta şerê dewletan de êrişeke topyekûn heye.

Li hemberî teknîk û çekên herî giran, hêzên gerîlla di cih de bersiva pêwîst dan.

Her çendî xeyala artêşa Tirk ew bû ku şeva 14’ê Nîsanê li herêmê bicih bibe jî lê berxwedana gerîlla rê neda dagirkeran.

Di encamê de hem ji hewa û hem jî beşahî dewleta dagirker nekarî encaman bidest bixe.

Artêşa Tirk ji ber bersivdayîna gerîlla har bû, roja çaran li qadên Kurêjahro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kunîşka û Girê Ortê gazên jehrî bikar anîn.

HPG: PDK’ê hişt ku ji piştê ve xencer li gerîlla were xistin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê hevkariya ku PDK’ê li gel tevgera dagirkeriya Tirk jî bi bîr xist û wiha dewam kir:

Bi destpêka êrişê re, ji ser xeta Barmernê-Amediyê û Dêrelokê yên di bin kontrola PDK’ê de ne, artêşa Tirk dest bi êrişa kirin.

PDK’ê eşkere rê da ku ji pişt ve xençer li qadên gerîla bê xistin.

Hêzên PDK’ê li pişta herêma Kurêjahro bi cih bûn û hewl dan qadên gerîla dorpêç bikin.

Lê tevî êrişên dijwar û hevkariya PDK’ê jî hêzên me hem tîmên gerîla yên bi tevger xistin dewrê, hem jî bi çalakiyên koordîneyî darbên giran li dagirkeran dan.

Gerîllayên me bi şev û roj, her saetê û her kêliyê ranewestiyan.

Di warê geşbûna vê berxwedana dîrokî de, hevalên me yên derba pêşîn û giran li dijmin dane,

HPG’ê: 11 Gerîlla bi lehengî şer kirin û şehîd bûn

Yên ku heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kirine, rêya şerê fedaî diyar kirin.

Di vê pêvajoya şer de 11 lehengên me li Zap û Avaşînê şehîd bûn.

Ew ji niha ve bûn pêşengên meşa serfiraziyê ya sala 2022’an.

HPG’ê: 218 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê di daxuyaniyê de encama şerê 7 rojan jî wiha parve kir:

  • 152 çalakî li dijî hêzên dagirker pêk hatin.
  • 218 dagirker hatine cezakirin.
  • 48 dagirker birîndar bûne.
  • Derb li 11 helîkopteran hate xistin.
  • 4 Drone hatin tinekirin.
  • 387 êrişên balafirên şer.
    Û
  • 243 êrişên helîkopter û topxaneyan pêk hatin.
  • 7 caran çeperên gerîlla bi gazên kîmyewî hatin bombebarankirin.
Back to top button