Kongra Star: Divê hesab ji dewleta Tirk Ya dagirker were xwestin

Îro salvegera 1. ya şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef e.
Koordînasyona Kongra Star û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anîn û bang li jinên cîhanê kirin, ku li hemberî êrîşên hovane têkoşînê mezin bikin hesab ji dagirkeran bixwazin.

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 1. a şehadeta Hevrîn Xelef daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star bal kişand ser kesayeta şehîd Hevrîn û diyar kir ku wê pêşengtî kir, ji bo avakirina civakek demokratîk ku hemû pêkhate bi hev re bijîn û pêkanîna projeya neteweya demokratîk û avakirina civakek wekhev, her jiyana xwe kire xizmetê.

Kongreyê destnîşan jî kir ku Hevrînê, di gelek kar û xebatên rêveberiyê de bi fedekarî, cihê xwe girt. Herî dawî jî dema ku li ser erka xwe bû ji aliyê dijminê hov ve, hat şehîdxistin.

Koordînasyonê komkujiya hovane ya li diji şehîd Hevîn bi sûcên şer û kirineke qirêj yên dewlata Tirk bi nav kir û bi awayekî tund şermezar kir.

Koordînasyona Kongra Star her wiha bêdengiya rêxistin û saziyên navnetewî û hiqûqî rexne jî kir û got:

Bêdengiya wan tê wateya hevkariya bi van sûcan re. Lewra divê edalet pêk were û hesab ji dewleta Tirk were xwestin û bang li sazî û rêxistinên mirovahî kir ku bi erkên xwe rabe.

“Divê kujerên Hevrîn Xelek li dadgehên navnetewî bên darizandin”

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derbarê salvegera 1. a şehadeta Hevrîn Xelef daxuyaniyek da û got:

Hedefgirtina Hevrîn Xelef, fikrên tarî û tundrew ên ku bi demokrasiyê, mafên mirovan û jiyana hevbeş bawer nakin, nîşan dide.

Têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef û fedakariyên gelek jinan di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bû mînak ji tevahî jinan re.

Ji bo vê jî divê tevahî jin piştgiriyê bidin hev da ku sûcdarên şehîdxistina Hevrîn Xelef , li dadgehên navneteweyî werin darizandin.

Back to top button