MŞD: Peymana Hewlêr-Bexdayê li dijî hebûna Êzidiyan e

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat diyar kir li hevkirina di navber Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê li dijî hebûna Êzidyan e.
Meclîsê bang li Êzidiyan kir ku ji bo naskirina statuya Şengalê û serxwebûna Êzidîxanê têkoşînê mezin bikin.

Hevserokatiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) têkildarî planên vê dawiyê yên li ser Şengalê tên kirin, daxuyaniyek weşand.

MŞD’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser biryara ku rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê di 9’ê Cotmehê roja komploya navneteweyî de li dijî Şengalê wergirtin û destnîşan kir ku ev biryar binpêkirina hebûna civaka Êzidî ye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dema DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê hem PDK’ê hem jî hikumeta navendî ya Iraqê hêzên xwe yên li Şengalê vekişandin û bi vî rengî Êzidî nava hovîtiya DAIŞ’ê de hiştin.

MŞD’ê ragihand ku yên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, berdêlên giran dan YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê û civaka Êzidî ye û got,

“Lê belê PDK û hikumeta Bexdayê gihîştin hev û biryarên li dijî îradeya civaka Êzidî dan. Ev peyman qet nayê qebûlkirin. Em vê peymanê weke cihê metirsiyê dibînin.”

MŞD: Bêyî îradeya Êzidiyan ti peymanên li ser Şengalê nayên qebûlkirin

MŞD’ê destnîşan kir peymana navbera PDK û hikumeta Bexdayê, fermana 3’ê Tebaxa 2014’an tîne bîra wan û wiha dewam kir:

“Civaka Êzidî îro xwedî îrade ye, xwedî armanc e. Lewma mafê wan hêzên ku Êzidî di destê DAIŞ’ê de hiştin nîne ku niha biryarê li ser Şengalê didin. Yên ku biryarê li ser paşeroja xwe bidin Rêveberiya Şengalê ye. Ya herî rast ew e ku ji bo pêşeroja Şengalê divê bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re hevdîtin bê kirin. Bêyî Êzidiyan li ser Şengalê ti peyman û lihevkirin nayê qebûlkirin.”

MŞD’ê helwesta Neteweyên Yekbûyî jî rexne kir û bang lê kir ku şaştiya xwe sererast bike û îrade û statuya Şengalê nas bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî hate kirin ku ji bo Êzidîxaneke serbixwe tifaqa xwe ava bikin û têkoşînê bilind bikin.

Back to top button