Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe şêniyek ji navçeya Şiyê revand û ew di bin êşenceyê de kuşt.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, şêniyê bi navê Şahîn Letîf ji navçeya Şiyê, tevî 3 sivîlên din ji navçeya Mabatayê, bi tawanên nerast revandin.
Rêxistinê diyar kir ku Şahîn du meh û nîvan li cem çeteyan, rastî her cure êşkenceya giran hat û piştre hat berdan.
Rêxistinê eşkere kir ku Şahîn careke din ji aliyê çeteyan ve hat revandin û di bin êşkenceya giran de hat kuştin.
Her wiha Istixbarata Tirk li navenda navçeya Şiyê, malên şêniyên bi navê Mistefa Tewîl, Mihemed Elî Kehrebcî û Hec Şêxo desteser kirin û veguherandine navendên leşkerî.