PJAK’ê salvegera damezrandina komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser pîroz kir

PJAK’ê bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû gelê Kurd, azadîxwaz û demokratîkan pîroz kir û got: “Divê her ferdekî Kurdê azad destkeftiyên dîrokî yên Komara Kurdistanê bike bingeha serketin û azadiya gelê me.”

Têkildarî salvegera damezirandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser li rojava Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê daxuyanî da..

PJAK’ê diyar kir ku 77’emîn salvegera Komara Kurdistanê û damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyyê salvegerên dîrokî ne û got:

“Li Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê Rêveberiya Demokratîk û li Rojhilatê Kurdistanê jî bi destpêkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destkeftiyên Komara Kurdistanê piştî 77 salan jî zindî mane.

Îro li ser bingeha mîrateya Komara Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna gelê Kurd hê bihêztir û xurtir bûye

Meşaleya agir di destê ciwanan de ji kolanan ber bi çiya û lûtkeyên bilind ve hildikişin.

Ev yek cihê serbilindiyê ye.”

PJAK: Divê gel destkeftiyên komara Kurdistanê bike bingeha serkeftinê

PJAK’ê destnîşan kir ku tenê bi yekîtî û têkoşîna gel dikare rêya Komara Kurdistanê bidome û wiha dewam kir:

“Çawa ku berî 77 salan bi Komara Kurdistanê bû, îro jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava û şoreşa jinan bû çavkaniya rabûn û yekîtiya gelê Kurd, gelan û neteweyan.

Divê her ferdekî Kurdê azad destkeftiyên dîrokî yên Komara Kurdistanê bike bingeha serketin û azadiya gelê me.

Divê piştgiriya hemû gelê hejar bê kirin. Îro çavê hêviya gelan li têkoşîn û fedayiyên gelê Kurd e.

Him Komara Kurdistan û hem jî erkên şoreşgerî ya îro barê têkoşînê ya ser milê me girantir kiriye, ji bo wê pêwîstî bi têkoşîn û kedê heye.”

PJAK: Divê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibe mizginiya şoreş û azadiyê

PJAK’ê salvegera damezirandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li hemû gelê Kurd û azadîxwazan pîroz kir û got: “Em di qonaxeke dîrokî û li qadeke têkoşînê de ne.

Sala 2023’an sala gelê Kurd û Rêber Apo ye.

Divê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî ya li Rojhilatê Kurdistanê girîng bê dîtin û bibe mizgîniya şoreş û azadiyê.”

Back to top button