Cezayê darvekirinê li 3 kesên din hate birîn

Deshilata Îranê bi isra dixwaze bi rêya girtin, êşkence û darvekirinê dawî li serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bêne.
Ji ber vê yekê heta niha li welat cezayê darvekirinê li 109 kesî hatiye birîn.
Di vê navberê de, Dadgeha Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li keça Serokomarê berê yê Îranê birî.

Ev der bajarê Kerec e.

Li vir piştî ku nûçeya dibe ku du çalakvanên bi navê Mihemed Qebadlû û Mihemed Berxunî yên ji ber xwepêşandana hatîne girtin werin darvekirin gel kom bûn.

Di kombûna li ber Girgîgeha Receyî Şehir a Kerecê de tenê hêrs hebû.

Li gorî parêzerên her du xwepêşanderan, îtîraz li Dadgeha Bilind a Dadê hatiye kirin û divê tavilê cîbicîkirina cezayên wan heta proseya pêdaçûnê bi dawî bibe were rawestandin.

Herwiha cezayê darvekirinê li 3 xwepêşanderan hate birîn.

Yek li Esfehanê û 2 xwepêşander jî li Belûçistanê ceza li wan hatiye birîn.

Heta niha li Îranê cezayê darvekirinê yê 4 kesan hatiye pêkhatin.

Cezayê darvekirinê li 109 kesî hatiye birîn

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha herî kêm cezayê darvekirinê li 109 hatiye birîn û metirsiya darvekirina wan heye.

Herwiha duh li Girtîgeha Keçûyî ya Kerecê 15 aktîvîstên jin ku li dijî şert û mercên girtinê dest bi girevê kirîbûn, ji ber xerabûna rewşa tenduristiya hinek ji wan û herwiha ji ber sedema destûr nehate dayin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, dawî li çalakiya xwe anîn.

Merasîma bîranîna xwepêşandêrên hatine kuştin

Li Kerecê piştî ku hêzên dewletê rê neda xelk tevlî merasîma sêyemîn roja Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Hisenî ya li Goristana Estihar a Kerecê bikin, welatiyan rê girtin û li dijî desthilatê dirûşme gotin.

Li ser asta Rojhilatê Kurdistanê jî li bajarê Bokanê merasîma çilrojiya Awat Qadirpur li gundê Melaler pêk hat.

Bi dehan kes tevlî merasîmê bûn û li dijî desthilatê dirûşme gotin.

Li bajarê Sine jî hejmarek jin li çiyayê Awyar li dijî desthilata Îranê çalakî kirin.

Li Girtîgeha Îlam jî 10 xwepêşanderên hatin girtîn, li dijî paşguhxistina dosya û nediyariya çarenivîsa wan dest bi grevê kirin.

Li bajarê Ciwanro serdegirtina malan

Herwiha li gel dewambûna çalakiyan, li bajaran rewşa tund a leşkerî li bajarê Ciwanro dewame û hêzên dewletê serdegirtina malan dewam dike.

Duh jî hejmarek ciwanên bajêr hatin girtin.

Li aliyekî din, keça Serokomarê berê yê Îranê Alî Ekber Haşimî Refsencanî, Feyze Haşimî, ji ber sûcê “xebatên li dijî desgukat” û “xerabkirina aramiya giştî” 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Back to top button