HPG’ê têkildarî êrişa li dijî welatiyên Dihokê li Mêrdînê daxuyanî da

HPG’ê derbarê komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da HPG’ê diyar kir 5 kesên li Mêrdînê hatine qetilkirin welatparêzên ji Rêkaniyê ne û dewleta Tirk ev eşîr kiribû hedefa xwe. HPG’ê diyar kir dibe ku ev komkujî êrîşeke kontrayî ye.

Şeva 19’ê Çile li Mêrdînê 5 welatiyên ji Başûrê Kurdistanê li ser rê bi gulebaranê hatibûn qetilkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê komkujiya li Mêrdînê daxuyaniyek da

“Eşîra rêkanî ku ferdên wê bûn hedef her rastî êrişî artêşa Tirk hatin e”

HPG’ê di serî de ji malbatên kesên hatine qetilkirin û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û got: “Ev malbata ku hatiye qetilkirin, welatparêzên eşîra Rekanî ne û gelek caran gund û herêmên wan bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk û di van êrîşan de gelek ji wan şehîd bûne.

Ji ber ku ev mirovên me di hedefa dewleta Tirk de ne, tê dîtin ku bûyera dawî ya li Mêrdînê bûyereke tarî ye.

HPG: Bûyera li Mêrdînê dibe ku êrişeke kontrayî be

Balkêş e ku dewleta Tirk hewl da vê bûyerê weke dozeke edlî nîşan bide û ji aliyê dozgeriyê ve biryara nepenîye da.

Ji ber vê yekê, dibe ev êrîşeke kontrayî be ku di çarçoveya têkbirina Kurdan de hatiye kirin. ”

HPG: Em ê bûyerê bişopînin û hesab bipirsin

HPG’ê diyar kir ku ew ê vê bûyerê bişopînin û hesab ji kujeran bipirsin.

Li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyên gerîlayan dewam dike

Di dewama daxuyaniyê de, HPG’ê têkildarî êrişên dewleta tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê û çalakiyên gerîlayan jî agahî dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 21’ê Çileyê de pergalek kameraya mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên gerîla li nêzî gundê Sîda ya nahiya Şêladizê bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên gerok ve hate rûxandin.

Heman rojê hêzên me li nêzî gundê Sîda û herêma Çemço bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de, 21’ê Çileyê;

Li herêma Berxwedanê ya Girê FM jî tîmên gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran dan.

HPG: Arteşa Tirk 18 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir

Têkildarî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî dan:: Artêşa Tirk a dagirker 18 caran bi çekên kîmyewî û qedexe, 4 caran bi balafirên şer

Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kir.”

Back to top button