Îro di civîna salane ya 3. a Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê de, rewşa pîşesaziyê ya herêmê hat nîqaş kirin û avakirina bajarê pîşesaziyê hat pêşniyarkirin.
Di civîna ku li navenda Desteya Aborî hate li darxistin, astengiyên li pêş xebatan û dorpêça dewleta Tirk a li ser herêmê hat nîqaşkirin.
Hat pişniyarkirin ku li kantonên Hesekê û Qamişloyê ‘ bajarekî pîşesaziyê’ bê avakirin.
Endamê Rêveberiya Gerînendetiya Giştî ya Pîşesaziyê ya Kantona Qamişloyê Azad Hiso ji ANHA’yê re axivî û got ku bi armanca pêşxistina pêşesaziya herêmê, di civînê de piştgiriya kargehan hatin nîqaşkirin.
Azad Hiso destnîşan kir ku bi belavbûna vîrusa korona û dorpêça li ser herêmê, zehmetiyan di derbaskirina alav û pêwîstiyên pîşesaziyê de dikişînin.