Li Minbicê 100 kesên ku ketin ber efûyê serbest hatin berdan

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê li ser esasê Efûya ku Rêveberiya Xweser derxistibû, 100 girtiyên ketine ber efûyê, serbest berdan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya çend rojan têkildarî sûcên beriya 10’ê vê mehê hatine kirin, efûyek derxist.

Li Minbicê ji bo diyarkirina navê kesên ketine ber Efûyê, komîteyek ji 7 kesan hate avakirin.

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê li ser esasê efûya Rêveberiya Xweser 100 kes, serbest berdan.

Hevserokê Meclisê Ehmed El-Hesen da zanîn ku wê kar û xebata komîteyê heta bidawîkirina serbestberdana girtiyan berdewam be.

Back to top button