PIŞTGIRTÎ Û DESTEKDAYÎNA ÇALAKIYA LEYLA GUVEN ZÊDE DIBIN

Piştgirî û destekdayîna bi çalakiya Leyla Guven û nerazîbûnên li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan her roj zêde dibin.

Parlamenter û wekîlên HDP’ê piştgiriya xwe ya bi çalakiya Leyla guven re nîşan dan û gotin:

Çalakiya Leyla Guven ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan qîrînek e û divê ev qîrîn bê bihîsitin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan ket roja 28’an.

10 HDP’yên ku li Mêrsînê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê.

Li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê di binçavan de tên ragirtin di roja 3’yemîn de çalakiya greva birçîbûnê didomînin.

NAVÊN WEKÎLÊN LI MECLISÊ KU WÊ BIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIYAR BÛN

Navên parlamenterên HDP’ê yên li Meclîsê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan wê bikevin çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan, diyar bûn.

Parlamenterên HDP’ê wê îro piştî komcivînê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê wê li Salona Civîna Koma HDP’ê pêk were

FARISOGULLARI: ISRARA TECRIDKIRINÊ TALÛKEYÊN MEZIN AVA DIKE

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farsioglullari jî duh li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li gel 3 parlementerên HDP’ê yê Amedê ket greva birçîbûnê .

Musa Farisogullari hikûmeta faşîzt a AKP’ê hişyar kir û got:

Divê hikumet guh bide daxwazên gel.

Ger ku di tecrîdê de israr bikin dê gel bedelên giran bide.

Tecrîdkirina mutlaq a li dijî Ocalan wê bi xwe re komkujiya civakî bîne.

OCALAN: BI TECRÎDÊ RE DEWLET XWE DIQEDÎNE

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û destnîşan kir ku dewlet bi tecrîdkirinê xwe diqedîne û got:

armanca sereke ya çalakiyên girava birçîbûnê bi dawîanîna tecrîda li ser Rêber Ocalan e.

Bi şideta li ser kurdan û tecrîdkirina Ocalan re dewletê xwe qedandiye.

WEKÎLÊN AMEDÊ: QÎRÎNA LEYLA GUVEN BIBIHÎZIN

Her wiha Wekilên HDP’ê yên Amedê Selçûk Mizrakli, Dersim Dag, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari jî derbarê tecrîdkirina Rêber Ocalan, çalakiya Leyla Guven û êrîşên li ser navenda wan a Mersînê axivîn.

Wekîlan dan xuyakirin kir ku çalakiya Leyla Guven qîrînek e û divê ev qîrîn bê bihîsitin.

Leave a Reply

Back to top button