Ajansa ANHA: 25 kesên Sûrî ji wan 9 kes ji Kobanê jiyana xwe ji dest dan

Li beravên bejarê Tebreq ê Lîbyayê keştiyeke penaberan, noqî avê bû.
25 kesên Sûrî ji wan 9 kes ji Kobanê jiyana xwe ji dest dan.

Li peravên bajarê Tebreq ê Lîbyayê, keştiyeke koçberên ku piraniya wan Sûrî bûn, noqî avê bû.

Hat ragihandin ku di nava wan de koçberên ji Koban û Efrînê hene.

Tîmên rizgarkirinê cenazeyê du zarokên ji Kobanê ku ew jî di keştiyê de bûn, derxistin.

Ajansa Nûçeyan a Hewar (ANHA) yê ragihand ku di encamê de 25 Sûrî jiyana xwe ji dest dan.

Di nûçeya ajansê de, navê 7 kesên ji Kobanê ku di keştiyê jiyana xwe ji dest da hatine eşkerekirin.

Navê wan wiha ne:

Hecî Wîso Ehemd ê 29, birayê wî Mehmûd Wîso Ehemd 30, hevjîna wî Bêrîvan Mihemed Fethî 27 û zarokên wî Elend 7, Levend 5 û Fûad 4 salî ku ji gundê Bîr Mamê yê li Kobanê ne.

Mehmûd Bekir 30 ku ji gundê Qiçik ê Kobanê, her wiha 2 kesên din jî ji heman gundî di keştiyê de bûn lê navên wan ne hate zanîn.

Heta amedkirina vê nûçeyê aqûbeta 14 kesan ne diyar e.

Tê gorin ku di nava kesên windayî de jinek Efrînî û 2 zarokên wê jî, hene.

Hat diyarkirin ku kesên di keştiyê jiyana xwe ji dest dayî, li Lîbyayê hatin veşartin.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, keştiya koçberan ji peravên Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve diçû.

Heta niha nehatiya zanîn ji ber çi keştî noqî avê bûye.

Di Cotmeha sala 2022’an de keştiyek koçberan ku di nav de şêniyên Kobanê hebûn, li peravên Cezayirê noqî avê bûbû.

Li beravên Lîbyayê keştiyek noqî avê bû

Back to top button