Li Romanya hilbijartin..Partiya Lîberal winda kir, serokê welat îstifa kir!

Li Romanya piştî hilbijartina giştî ya yekşemê ku Partiya Lîberal winda kir, serokê welat ku ji heman partiyê ye, ji erka xwe îstifa kir.

Li gorî encamên hilbijartinê yên nefermî, Partiya Lîberal ji sedî 25,01 deng standiye û cihê xwe di rêza dûyem de girtiye.

Partiya mixalîf a binavê Partiya Sosyal Demokrat karî ji sedî 29,79 dengan bidest bixe û bibe partiya yekem di hilbijartinê de biser ketî.

Her wiha ji mixalîfan, Partiya Yekgirtina Guran a Romanya (USR) jî karî ji sedî 14,8 dengan bidest bixe.

Ji ber ti partiyekê ne kariye dengê piranî bidest bixe, tê payîn li welat şêwazî koalîsyon rêveberiya nû were diyarkirin.

Partiya Lîberal jî balê dikişîne ser wê yekê ku bi koalîsyona bi partiyeke biçûk re wê bikare ser deshilatê bimêne.

Hemwextî vê yekê Serokê welat, Ludovic Orban ê di heman demê de serokê Partiya Lîberale, bi peyamekê ragihand ku wî biryar daye îstifaya xwe pêşkêş bike.

Hêjayî gotinê ye, li welat 329 parlementer û 136 senetor ku ji hilbijartinê derdikevin şansê derketina partiyekê bi serê xwe ji bo deshilatê ne dihate dayîn.

Back to top button